Birêveçûna sizayê darvekirina du girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê

23 November 2025 10:01

Hengaw; Yekşemî 23ê Mijdara 2025an

Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Yasir Ebdulî û Yawer Hasilî, ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan li girtîgeha navendî ya Dîzilavaya Kirmaşanê hate birêveçûn.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Şemî 22ê Mijdara 2025an, sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Yasir Ebdulî û Yawer Hasilî li girtîgeha navendî ya Kirmaşanê hate cîbicîkirin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, ev du girtiyane berî niha bi tohmeta madên hişber hatibûne girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Heta dema belavbûna vê raporê, nûçeya darvekirina van du girtiyên Kurd li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên pêwendîdar bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin