Birêveçûna sizayê darvekirina aliyê kêm 260 girtiyan li girtîgehên Îranê di heyama meha Mijdara 2025an de
Hengew; Duşemî 1ê Kanûna 2025an
Di heyama meha borî de, herî kêm 260 girtî li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê hatine darvekirin. Ev amar li gorî meha Mijdara 2024an aliyê kêm 134 halet beranberî ji %106 zêde bûye. Di Mijdara sala borî de 126 girtî hatibûne darvekirin. Ev amare zortirîn amara darvekirinan di heyama mehekê de li du dehikên vê dawiyê li Îranê ye.
Li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di Mijdara 2025an de herî kêm 260 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin. Hêjayî gotinê ye ku nasnameyên tevahiya 257 girtiyên darvekirî ji bo Hengawê hatine eşkerekirin û nasnameya 3 girtiyên dinê jî di halê lêkolînê de ye.
Di vê mehê de, birêveçûna sizayê darvekirina girtiyên siyasî û olî nehatiye tomarkirin.
Li gorî vê raporê, herî kêm 7 jin li girtîgenên Xuremava, Benderebas, Tewrêz, Sarî, Meşhed û Şîrazê hatine darvekirin. Mîtra Zemanî ji Xuremavayê, Kubra Rizayî ji Yezdê, Qumrî Ebaszade ji Sarî û Mehîn Rehîmî ji Meşhedê bi tohmeta kuştina bi qest û 4 girtiyên dinê bi navên Zehra Mîrxefarî ji Heştrûdê, Zehra Xanbabayî ji Benderebasê, Şuket Weysî ji Damxanê û Mîna Sedûqî ji Kerecê bi tohmeta madên hişber hatibûne girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku ji 260 girtiyên ku di meha Mijdarê de hatine darvekirin, tenê 2 halet beranberî %1 ji gelampera haletan di medyayên fermî yên Îranî û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwiha sizayê darvekirina 4 girtiyan bi nihênî û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê dawî hevdîtin bi malbatên xwe re hatiye cîbicîkirin.
Cudakirin li gorî kêmneteweyên netewî û etnîkî
Li gorî vê raporê di meha Mijdarê de herî kêm 43 girtiyên Lor li girtîgehên Îranê hatine darvekirin ku beranberî ji %16.5 ji gelampera haletan e. Herwiha 35 girtiyên Kurd beranerî (%13.5 ji gelempera haletan), 22 girtiyên Tirkê Azerî û 13 girtiyên Ereb jî hatine darvekirin.
Girtiyên Lor: 46 haler
Girtiyên Kurd: 35 halet
Girtiyên Tirkê Azer: 22 halet
Girtiyên Ereb: 13 halet
Girtiyên Gîlek: 12 halet
Girtiyên Belûç: 6 halet
Gieriyên Tat: 2 halet
Girtiyên Turkemen: 1 halet
Girtiyên Efxanistanî: 5 halet
Girtiyên Fars: 77 halet
Nasnameya netewên ku ji bo Hengawê nehatine eşkerekirin: 45 halet
Cudakirina girtiyên hatinî darvekirin li gorî tohmetan
Di meha Mijdarê de, zêdetirîn haletên darvekirinan bi tohmeta kuştina bi qest bûye ku 135 halet beranberî ji 51% ji gelembera haletan. Herwiha 119 kes jî bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatine darvekirin.
Kuştina bi qest: 135 halet
Madên hişber: 119 halet
Destdirêjiya sexî: 6 halet
Cudakirina darvekirinan li girtîgehan li gorî parêzgehan
Li gorî amarên Hengawê, di heyama meha borî de zêdetirîn bêreveçûna sizayên darvekirinê li girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî hatine tomarkirin ku 23 halet in. Bi giştî li 29 parêzgehan sizayê darvekirinê hatine cîbicîkirin û piştî parêzgeha Xurasana Rezewî zêdetirîn amarên darvekirinê li parêzgehên Loristanê bi 21 haletan û Xûzistan bi 19 haletan hatine tomarkirin.
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 23 halet
Parêzgeha Loristan: 21 halet
Parêzgeha Xûzistan: 19 halet
Parêzgeha Fars: 16 halet
Parêzgeha Îsfehan: 14 halet
Parêzgehên Kirmaşan, Yezd, Elborz û Tewrêz: Her yek 11 halet
Parêzgeha Qum: 10 halet
Parêzgeha Urmiye: 9 halet
Parêzgehên Simnan, Mekezî û Xurasana Bakur: Her yek 8 halet
Parêzgehên Hormozgan, Hemedan, Xurasana Başûr, Kirman, Qezwîn, Zencan û Kehgîlûye û Bûyerehmed: Her yek 7 halet
Parêzgehên Îlam û Gîlan: Her yek 6 halet
Parêzgehên Gulistan û Mazenderan: Her yek 5 halet
Parêzgeha Bûşehr: 4 halet
Parêzgeha Erdebîl: 3 halet
Parêzgehên Sine û Sîstan û Belûçistan: Her yek 1 halet