Girtin û nexuyabûna çarenivîsa sê welatiyên Kurd li bajarê Şino, Qesra Şîrîn û Pîranşarê

Hengaw; Duşemî 30ê Hezîrana 2025an
Sê welatiyên Kurd di berdewamiya pêla vê dawiyê ya girtina welatiyên Kurd de yên bi navên Kemal Uqabî yê xelkê bajarê Şinoyê, Esker Necefî yê xelkê bajarê Serpêla Zehawê û Hesen Felaiyan yê xelkê Pîranşarê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 27ê Hezîrana 2025an, Kemal Uqabî yê xelkê gundê "Balagîr" ê ser bi bajarê Şinoyê, di encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê de li mala xwe hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna sê roj ji binçavkirina navbirî çarenivîsa wî nediyar e. Ev welatiyê Kurd berê jî li meha Hezîrana par hatibû girtin.
Ji aliyeke dinê ve, roja Çarşemî 25ê Hezîrana 2025an, Esker Necefî yê xelkê Serpêla Zehawê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li cihê karê xwe li nav bazara Qesra Şîrîn hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna pênc roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Herwiha roja Yekşemî 22ê Hezîranê, Hesen Felaiyan ê naskirî bi "Hawar Rojhelatî" nivîskar û helbestvanê xelkê Pîranşarê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li dukana xwe li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û bi derbasbûna heşt roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyke yasayî binçav kirine û heta belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, çarenivîs, cihê ragirtin û herwiha tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.