Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Areş Mela Ehmedî, welatiyê Kurd li Mehabadê

Hengaw; Duşemî 30ê Hezîrana 2025an
Li berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd li bajarên cuda yên Kurdistanê, Areş Mela Ehmedî, ciwanê xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 26ê Hezîrana 2025an, piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de, Areş Mela Ehmedî, welatiyê xelkê bajarê Mehabadê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Areş Mela Ehmedî, ev ciwanê Kurd bi bê hebûna ti balgeyeke yasayî hatiye binçavkirin û heta niha tevî lipeyketinên malbata navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.