Berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd; Girtina Seyîd Kemal Îbrahîmî li Nexede û Yûnis Tenhayî li Mehabadê

30 June 2025 21:27

Hengawê; Duşemî 30ê Hezîrana 2025an

Du welatiyên Kurd yên bi navên Seyîd Kemal Îbrahîmî yê xelkê bajarê Nexede û Yûnis Tenhayî yê xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 28ê Hezîrana 2025an, Seyîd Kemal Îbrahîmî yê temen 31 salî û xelkê bajarê Nexede, peresdar û mamosteyê zanîngeha Peresdarî ya Mehabadê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li cihê wanegotina xwe li vê zanîngehê hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û piştî derbasbûna sê rojan hê jî, ji qedera navbirî ti zanyariyek ber dest nîne.

Herwisa roja Çarşemî 18ê Hezîrana 2025an jî, Yûnis Tenhayî, bavê du zarokan û xelkê gundê “Hemzava” yê girêdayî bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin û piştî derbasbûna çend rojan hê jî qedera wî nexuya ye.

Hêjayî gotinê ye ku, tevî lipeyketinên malbata Yûnis Tenhayî, hêzên ewlehî heta niha ti bersivek serast derheq rewş, cihê ragirtin û sedemên girtina navbirî nedane wan. 

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ev welatiyên Kurd girtine.

Heta niha ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin û cihê ragirtina van du welatiyên Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin