Sine; Girtina Nasih Mistefayî, welatiyê Kurd ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve

Hengaw; Sêşemî 1ê Tîrmeha 2025an
Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd de piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de, Nasih Mistefayî yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Sine piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaatê li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 29ê Hezîrana 2025an, Nasih Mistefayî, xelkê gundê "Necî" yê ser bi bajarê Sine, piştî gazîkirin û serdankirin bo îdareya Îtilaatê li vî bajarî, hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê roja Şemî 28ê Hezîranê, bo binçavkirina Nasih Mistefayî êrîş kiribûne ser mala wî. Lê ev ciwanê Kurd li mal nebû û roja piştî wê bi pêwendiyeke telefonî hatiye gazîkirin û piştî serdankirinê hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.