Girtina Fayiq Bastan li Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve

Hengaw; Çarşemî 2ê Tîrmeha 2025an
Fayiq Bastan, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin û hejmara welatiyên hatinî girtin li Merîwanê giha bi şeş kesan.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 29ê Hezîrana 2025, Fayiq Bastan, xelkê gundê "Sofî Bile" û rûniştiyê "Lencava" yê ser bi bajarê Merîwanê, hate girtin.
Heta niha, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û herwiha tohmetên ku li diji vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.
Di vê pêwendiyê de, di heyama rojên borî de, zêdetirî 300 welatiyên Kurd ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin ku yek ji wan di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye.