Bokan; Simko Meirûfî, girtiyê siyasî yê berê careke din hate girtin

03 July 2025 11:02

Hengaw; Pêncşemî 3ê Tîrmeha 2025an

Simko Meirûfî, girtiyê siyasî yê berê û çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê Bokanê, ji aliyê îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 30ê Hezîrana 2025, Simko Meirûfî yê çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê bajarê Bokanê hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata Simko Meirûfî, hêzên îdareya Îtilaatê bi çendîn tirombêlan mala vî çalakvanê jîngehparêzî li taxeke bajarê Bokanê dorpêç kiribûn.

Heta niha, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Simko Meirûfî roja Şemî 6ê Adara 2021an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Bokanê ve hatibû girtin û piştî 25 rojan bi danîna barimteya 100 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Nabirî di Adara 2021an de, bi bê hebûna parêzer ji aliyê dadwerê Taya 104 a Dadgeha Sizayan a Bokanê ve bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê" salek sizayê girtîgehê û herwiha du sal qedexeya çûn bo derveyî welat bi ser de hatibû sepandin.

Ev çalakvanê jîngehparêzî roja Çarşemî 10ê Mijdara 2021an, ji bo birêvebirina sizayê salek bi ser de hatî sepandin hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya vi bajari hatibû veguhastin û piştî derbaskirina salek siza, ji girtîgehê hatibû berdan.

Navbirî di sala 2019an de jî, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Sizayan a Bokanê ve bi tohmeta "têkdana asayişa giştî" bi beşdarikirin di xwenîşandanên vî bajarî de ji bo şermezarkirina êrîşa Tirkiyê li ser Rojavaya Kurdistanê, du sal sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Simko Meirûfî roja Duşemî 3ê Sibata 2020an, ji bo birêvebirina du sal sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hatibû girtin û di Payîza 2020an de bi awayekî mercdar hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin