Girtina Yedula Elemî, Serokê Yekeya Nanvaxaneyên bajarê Seqizê û herî kêm 10 xwedan nanvaxaneyên dinê piştî girevgirtinê

Hengaw; Pêncşemî 3ê Tîrmeha 2025an
Yedula Elemî, Serokê Yekeya Nanvaxaneyên bajarê Seqizê û herî kêm 10 xwedan nanvaxaneyên dinê piştî girevgirtinê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 2ê Tîrmeha 2025an, Yedula Elemî, Serokê Yekeya Nanvaxaneyên bajarê Seqizê û herî kêm 10 xwedan nanvaxaneyên dinê hatine girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, girtina van xwedan nanvaxaneyan piştî girevgirtina duh roja Çarşemî, ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatiye encamdan.
Van xwedan nanvaxaneyan heyamek berî niha ji parêzgariyê daxwaz kiribûn ku nirxê nanê ji ber bilindbûna nirxên dinê zêde bikin; lê ti hewlek di vî warî de nehatiye encamdan û di encamê de wan roja Çarşemî dest avêtibûn bi girevgirtinê.