Berdewamiya keşa ewlehî û girtina welatiyan li Kurdistanê; Pênc welatî pêkhatî ji du girtiyên siyasî yên berê hatine girtin

Hengaw; Pêncşemî 3ê Tîrmeha 2025an
Emîr (Hejar) Ebdulahpûr, Awat Elîpûr, Enwer Îbrahîmîzade û Simko Meirûfî û Îsmayîl Saniyar, du girtiyên siyasî yên berê û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 1ê sibêdeha roja Çarşemî 2ê Tîrmeha 2025an, Îsmayîl Saniyar ê temen 45 sal û bavê du zarokan û girtiyê siyasî yê berê û xelkî gundê “Daşbend”a Bokanê hate girtin.
Îsmayîl Saniyar meha Kanûna 2016an, bi tohmeta hevkarîkirin digel Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Pêdaçûnê ya Urmiyê ve bi 2 sal û 6 meh girtîgehê hatibû sizadan.
Ev welatiye paşê bi mebesta cîbicîkirina sizayê girtîgehê bo girtîgehê hatibû veguhastin û li navîna meha Nîsana 2020an bi lêboherînê bi hilkefta Newrozê hatibû berdan.
Herwisa roja Sêşemî 1ê Tîrmeha 2025an, Awat Elîpûr, welatiyê xelkê gundê Şêxeler ê ser bi Bokanê û Enwer Îbrahîmîzade yê 36 salî û xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine girtin.
Roja Duşemî 30ê Hezîrana 2025, Simko Meirûfî yê çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê bajarê Bokanê hate girtin.
Simko Meirûfî ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin û du caran ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girîgehê hatibû sizadan.
Roja Çarşemî 18ê Hezîrana 1015an, Emîr Ebdulahpûr yê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî ve di mala xwe de hatibû girtin.
Tevî derbasbûna 14 roj ti zanyariyek li derheq çarenivîsa Emîr Ebdulahpûr li ber dest nîne û rewaşa ragirtina navbirî nexuya ye.
Heta dema belavnûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.