Berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd, girtina şeş welatiyên din li Mehabad, Şino û Pîranşarê

Hengaw; Duşemî 23ê Hezîrana 2025an
Li berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd, hevdem digel destpêkirina şerê di navbera Îran û Îsraîlê, Îdrîs Resûlî û Kamran Resûlî yên xelkê Şinoyê, Ehmed Mam Şerîfî, Sadiq Mehmûdnijad û Seyîd Rehman Husênî yên xelkê Pîranşarê û welatiyekî xelkê Mahabadê yê bi navê Seidûn Xezalî ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 22ê Hezîrana 2025, Seidûn Xezalî yê xelkê Mehabadê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Herwiha roja Înê 20ê Hezîrana 2025an, Ehmed Mam Şerîfî û Seyîd Rehman Husênî yê xelkê gundê "Sîlwe" yê ser bi bajarê Pîranşarê ji aliyê hêzên ewlehî ve di malên xwe de hatine girtin.
Di berdewamiya pêla girtina welatiyan de, roja Pêncşemî 19ê Hezîranê, Sadiq Mehmûdnijad, ji ziyanberketiyê çav yê tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" li Pîranşarê û du bira yên bi navên Îdrîs Resûlî û Kamran Resûlî yên xelkê gundê "Xalidava" yê girêdayî bajarê Şinoyê li vî gundî hatine girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin û herwiha tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.