Îlam; Girtina Mûsa Umîdî, çalakvanê medenî yê Kurd ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve

Hengaw; Pêncşemî 3ê Tîrmeha 2025an
Di berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd de piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de, Mûsa Umîdî, çalakvanê medenî yê Kurd û xelkê bajarê Îlamê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 2ê Tîrmeha 2025an, Mûsa Umîdî yê xelkê bajarê Îlamê, di encama êrîşa hêzên Îtilaata Spahê de bo ser mala wî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaata Spahê ev welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine û dest danîne ser hin ji kelûpelên wî yên wekî telefon, Leptap û pirtûkên wî.
Hêjayî gotinê ye ku, ev çalakvanê medenî berê jî çendîn caran ji aliyê saziyên ewlehî ve hatibû gazîkirin û lêkolînkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.