Urmiye; Ayhan Îbrahîmî Elîkanî bo birêvebirina sizayê girtîgehê hate girtin

03 July 2025 12:55

Hengaw; Pêncşemî 3ê Tîrmeha 2025an

Ayhan Îbrahîmî Elîkanî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê û derçûyê beşa perestariyê li zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Gîlanê, bi mebesta birêvebirina salek sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha Urmiyê hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 1ê Tîrmeha 2025, Ayhan Îbrahîmi Elikanî yê temen 29 salî bi mebesta birêvebirina salek sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin hate girtin û bo girtîgeha Urmiyê hate veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agahdar, di vê dawiyê de sizayê salek girtîgeha vî welatiyê Kurd ji aliyê Taya Duyem a Dadgeha Şoreş a Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Şahînî hatiye derçûn û pejirandin.

Navbirî berê jî, di dawiya meha Îlona 2024an de, ji aliyê Taya Sêyem a Dadgeha Urmiyê ve bi serokatiya dadwer Qezat Berzkar û Necefzade bi tohmeta "endametî di girûpên dijber ên Komara Îslamî ya Îranê de", 6 sal sizayê girtîgehê bi hesabkirina rojên berê yên di girtîgehê de bi ser de hatibû sepandin.

Ev sizaye piştî nîşandana nerazîbûn û pêdeçûnê li Taya 39 a Dîwana Bilind hate redkirin û dosyeya wî bo pêdeçûna dubare bo tayeke Dadgeha Şoreş a Urmiyê hatibû şandin.

Ayhan Îbrahîmî Elîkanî, 8ê Tîrmeha 2024an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve di mala xwe de li bajarê Urmiyê bi tirsandin û tundûtûjiyê hatibû girtin û piştî 10 rojan, ji girtîgeha îdareya Îtilaatê bo beşa ewlehî ya girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû veguhastin û di dawiyê de piştî danîna barimteya du milyard Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê, ji girtîgeha navendî ya Urmiyê hatibû berdan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin