Urmiye; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Wehab Elîzade

05 July 2025 11:33

Hengaw; Şemî 5ê Tîrmeha 2025an

Wehab Elîzade, welatiyê Kurd ê xelkê navçeya Mirgewer a Urmiyê, pênc roj berî niha ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û heta niha ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, çarenivîsa Wehab Elîzade yê xelkê gundê "Dukana" yê ser bi navçeya Mirgewer a Urmiyê, di pêncemîn roja girtinê de herwisa nexuya ye.

Wehab Elîzade di heyama girtinê de, tenê pêwendiyeke kurt bi malbata xwe re hebûye û tê de ti îşareyek bi cih û şêwaza ragirtina xwe nekiriye.

Ev welatiyê Kurd roja Duşemî 30ê Hezîrana 2025an, bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî di mala xwe de, bi êrîşa tundûtîjî ya hêzên ewlehî hatiye girtin.

Heta niha, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin