Sine; Girtina Diyako Mîrî ji aliyê hêzên ewlehî ve

05 July 2025 13:52

Hengaw; Şemî 5ê Tîrmeha 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sine yê bi navê Diyako Mîrî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di vê dawiyê de Diyako Mîrî yê 36 salî û xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî ve li vî bajarî hatiye girtin.

Diyako Mîrî piştî binçavkirinê di pêwendiyeke kurt de bi malbata xwe re ragihandiye ku ev hatiye binçavkirin.

Heta niha, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin