Bokan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Sadiq Zend

05 July 2025 22:26

Hengaw; Şemî 5ê Tîrmeha 2025an

Sadiq Zend, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna sê roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 3ê Tîrmeha 2025an, Sadiq Zend ê xelkê gundê "Îbrahîmava" yê ser bi bajarê Bokanê û bavê du zarokan, di encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê de bo ser mala wî li vî bajarî hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin û bi derbasbûna sê roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq qedera wî li ber dest nîne.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin