Tundûtîjiya malbatî; Zilamekî li Îlamê hevjîn û xwîşka hevjîna xwe kuşt

06 July 2025 20:57

Hengaw; Yekşemî 6ê Tîrmeha 2025an

Li bajarê Îlamê zilamek bi navê Mihemedneqî Azadî, hevjîna xwe û xwîşka hevjîna xwe yên bi navên Sidîqe Rostemî û Leyla Rostemî, bi çekê kuştin û piştre jî bi heman çekê dawî bi jiyana xwe anî. Li gorî zanyariyan, sedema vê kiryarê "pirsgirêkên malbatî" bûye.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 2ê Tîrmeha 2025an, Mihemedneqî Azadî, welatiyê xelkê Îlamê, li taxeke Îlamê bi demançê, hevjîna xwe ya bi navê Sidîqe Rostemî û xwîşka hevjîna xwe ya bi navê Leyla Rostemî kuşt. Di encama vê pevçûnê de, endamek din ê malbatê jî bi giranî hatiye birîndarkirin û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzî vê malbatê, Naqî Azadî ku pêşîneya tawan û tundûtûjiya malbatî hebûye, du salên borî girtîgeh derbas kiribû. Jina wî ya duyem, Sidîqe Rostemî, piştî ku Neqî hatibû girtin xwastibû ji navbirî cuda be.

Bikuj piştî kuştina hevjîn û xwîşka hevjîna xwe û birîndarkirina yek din ji endamê malbatê, bi heman çekê dawî bi jiyana xwe aniye.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin