Sine; Qani`i Xatirî, çalakvanê medenî bi mebesta birêvebirina sizayê bi ser de hatî sepandin bo girtîgehê hate veguhastin

Hengaw; Sêşemî 8ê Tîrmeha 2025an
Qani`i Xatirî, çalakvanê medenî yê Kurd û xelkê Sine, bi mebesta birêvebirina 8 meh sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya Sine hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 7ê Tîrmeha 2025, Qani`i Xatirî yê temen 36 salî û xelkê bajarê Sine, bo birêvebirina 8 meh sizayê girtîgeha bi ser de hatî sepandin bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Qani`i Xatirî berê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sine ve bi serokatiya dadwer Mistefa Ezîzî bi tohmeta "propagendekirin li dijî hikûmetê bi rêya hevkarîkirin bi Partiya Komale re”, 8 meh sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.
Navbirî berî niha, roja Pêncşemî 20ê Şibata 2025an, piştî derbaskirina 15 roj ji binçavkirinê, bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgeha navendî ya Sine hatibû berdan.
Ev welatiyê Kurd roja Pêncşemî 6ê Şibata 2025an, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî hatibû girtin û bo îdareya Îtilaata vî bajarî hatibû veguhastin.
Qani`i Xatirî berê di 18ê Gulana 2021an jî, digel 6 çalakvanên din û endamên kampanyaya xêrxwaziyê ya "Jiyaneweya Kurdistan" ji aliyê îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin û roja Pêncşemî 27ê Gulanê piştî 40 roj ji binçavkirinê bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê ji girtîgehê hatibû berdan.
Ev çalakvanê medenî digel 6 çalakavanên din di Nisana 2022an de, ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Sine ve bi serokatiya dadwer Seîdî bi tohmeta "hevkarîkirin digel Partiya Komele ya Kurdistana Îranê", her yek ji wan 2 sal sizayê girtîgehê bi ser de hatibû sepandin ku sizayê Qani`i Xatirî piştî stûxwarbûn bi dengê dadgehê bi 18 mehan hatibû kêmkirin û 3ê Tîrmeha 2022an bo birêvebirina sizayê girtîgehê hatibû girtin û bo girtîgeha navendî ya Sine hatibû veguhastin.