Îlam; Raporek li ser girtina Nasir Zomorodî ji aliyê hêzên Îtilaatê ve

08 July 2025 12:42

Hengaw; Sêşemî 8ê Tîrmeha 2025an

Nasir Zomorodî, welatiyê xelkê bajarê Îlamê ji hefteyek berî niha ve ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin. Biryara girtina vî welatiyê Kurd bo du mehan hatiye dirêjkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 1ê Tîrmeha 2025an, Nasir Zomorodî, welatiyê temen 38 salî û xelkê bajarê Îlamê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Nasir Zomorodî bi “sivikatîkirin bi pîroziyên Îslamê, belavkirina naverokên nerast, sivikatîkirin bi Xamineyî û propagende li dijî hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê” hatiye tohmetbarkirin.

Biryara girtina Nasir Zomorodî piştî vegerandina dosyeya wî bo Taya Heftem a Lêpirsîna Dozgeriyê ya Giştî û Şoreş a Îlamê, bo heyama du mehan hatiye dirêjkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin