Bane; Xalîd Mihemedî, kolberê ciwan bi teqeya rasterast hete kuştin

08 July 2025 18:58

Hengaw; Sêşemî 8ê Tîrmeha 2025an

Xalîd Mihemedî, kolberê ciwan ê xelkê bajarê Bane di dema kolberiyê de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li bilindahiyên sînorî yên vî bajarî hate kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 8ê Tîrmeha 2025an, Xalîd Mihemedî yê temen 23 salî û xelkê gundê “Encêne” yê ser bi bajarê Bane bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê canê xwe ji dest da.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev kolberê ciwan ku di vê dawiyê de jiyana hevbeş pêk anîbû, li sînorê “Şabidîn” ê ser bi Bane bi bê agehdarkirina berê û bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê ji aliyê dil û pişikê ve hatiye armanckirin.

Pêka çavkaniyeke agehdar, termê Xalîd Mihemedî heta niha li nexweşxaneyê hatiye ragirtin û ji malbata wî re nehatiye radestkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin