Sînorê Bane; Kolberekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate birîndarkirin

09 July 2025 11:14

Hengaw; Çarşemî 9ê Tîrmeha 2025an

Rizgar Mihemedî, kolberê xelkê bajarê Bokanê, di encama gullereşandina hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê de li ser sînorê "Hengejal" ê ser bi bajarê Bane bi giranî hate birîndarkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengewê, roja Înê 4ê Tîrmeha 2025an, Rizgar Mihemedî, kolberê temen 42 salî û xelkê Bokanê li encama gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî bi Kilaşnîkofê, ji aliyê zikê xwe ve bi giranî hate birîndarkirin.

Ev kolberê Kurd bi sedema kûrahiya birînên xwe ku ji ber berketina gulle bi gurçikê wî, neştergerî jê re hatiye kirin û li nexweşxaneyeke bajarê Sine hatiye razandin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin