Sizayê darvekirina Emîn Şukrîpûr li girtîgeha Kerecê hate cîbicîkirin

09 July 2025 20:03

Hengaw; Çarşemî 9ê Tîrmeha 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Emîn Şukrîpûr ê xelkê bajarokê Holiyan ê girêdayî bajarê Îlamê, ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Kerecê ku medyayên hikûmetî wir wekî “Nêdametgahê Merkeziyê Kerec” nav dibin, hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 9ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina Emîn Şukrîpûr ê 42 salî û xelkê gundê “Zerdelan” ê girêdayî bajarê Holiyanê, li girtîgeha navendî ya Kerecê hate birêveçûn.

Li gorî çavkaniyên agehdar, ev girtî şeş sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên ser bi hikûmetê û nemaze yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin