Berdewamiya pêla girtina welatiyên Kurd, pênc welatî li bajarên Şino, Bokan û Merîwanê hatine girtin

Hengaw; Pêncşemî 10ê Tîrmeha 2025an
Cemal Husênnijad û Kawe Xakînehad, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şinoyê, Şivane Şîrbeygî û Mihamed Mûsazade yên xelkê bajarê Bokanê û welatiyekî din ê xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Sîrwan Kesrayî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 9ê Tîrmeha 2025an, Kawe Xakînehad ê temen 50 salî û xelkê gundê "Sofiyan" û rûniştiyê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.
Roja Duşemî 7ê Tîrmeha 2025an jî, welatiyekî xelkê gundê "Sergîz" ê ser bi bajarê Şinoyê yê bi navê Cemal Husênnijad û Şivane Şîrbeygî yê xelkê Bokanê di malên xwe de hatine girtin.
Berî niha jî, roja Çarşemî 2ê Tîrmeha 2025an, Mihemed Mûsazade yê xelkê Bokanê li vî bajarî hatibû girtin û bo cihekî nediyar hatibû veguhastin.
Roja Pêncşemî 3ê Tîrmehê jî, Sîrwan Kesrayî yê temen 22 salî û xelkê gundê "Nê" yê girêdayî bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatibû girtin.
Çarenivîsa van welatiyên Kurd piştî binçavkirinê ji aliyê saziyên ewlehî ve nexuya ye û ji rewşa ragirtina wan û tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.