Girtina Ezîz Xizrî û kurê wî yê bi navê Zanyar Xizrî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li Pîranşarê

Hengaw; Înê 11ê Tîrmeha 2025an
Ezîz Xizrî, welatiyê Kurd ê xelkê Pîranşarê û kurê wî yê bi navê Zanyar Xizrî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Pêncşemî 10ê Tîrmeha 2025, Ezîz Xizrî yê temen 57 salî û Zanyar Xizrî yê temen 33 salî, xelkê gundê "Endîze" yê ser bi bajarê Pîranşarê di encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê de bo ser mala wan hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê ev her du welatiyên Kurd, ku bav û kur in, bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî di mala xwe de girtine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ji sedema girtin, tohmetên ku li dijî wan hatinî sepandin, cihê ragirtin û çarenivîsa van du welatiyên Kurd ti zanyariyek serast li ber dest nîne.