Birêveçûna sizayê darvekirina Ehmed Elî Mehdînijad û Cewad Yarbeygî, du girtiyên Kurd li girtîgehên Nehawend û Erakê

Hengaw; Înê 11ê Tîrmeha 2025an
Sizayê darvekirina du girtiyên Kurd ên bi navên Ehmed Elî Mehdînijad û Cewad Yarbeygî ku berê bi tohmetên "kuştina bi qest û madên hişber” bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgeha navendî ya Nehawenda parêzgeha Hemedanê û girtîgeha Erakê hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Çarşemî 9ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina Ehmed Elî Mehdînijad ê xelkê bajarê Sehne yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, li girtîgeha navendî ya Nehawendê hate cîbicîkirin.
Ehmed Elî Mehdînijad du sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûnê hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.
Herwiha sibêdeha roja Duşemî 7ê Tîrmeha 2025an jî, sizayê darvekirina Cewad Yarbeygî yê xelkê Kirmaşanê li girtîgeha navendî ya Erakê hate birêveçûn.
Ev girtiyê Kurd berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.
Nûçeya darvekirina van her du girtiyên Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê, di medyayên hikûmetî û bi taybetî medyayên nêzî Dezgeha Dadwerî de nehatiye belavkirin.