Mehabad; Mensûr Rehîmî yê çalakvanê medenî hate binçavkirin

11 July 2025 17:25

Hengaw; Înê 11ê Tîrmeha 2025an

Li berdewamiya girtinên berfireh ên welatiyên Kurd di vê heyamê de, Mensûr Rehîmî, çalakvanê civakî û wênegirê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nexuya hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 11ê Tîrmeha 2025an, Mensûr Rehîmî yê 34 salî û xelkê bajarê Mehabadê li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser mala bavê wî hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî hevdem digel binçavkirina navbirî, dest danîne ser hemû kelûpelên elekteronîkî yên endamên malbata vî çalakvanê Kurd.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin