Mehabad; Kamran Rêvaz, Mensûr Rehîmî û Selah Behamîn ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Hengaw; Şemî 12ê Tîrmeha 2025an
Kamran Rêvaz û Mensûr Rehîmî, çalakvanên civakî û Selah Behamîn, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 11ê Tîrmeha 2025an, Kamran Rêvaz ê temen 28 salî û bavê zarokekê, Mensûr Rehîmî yê 34 salî û Selah Behamîn ê temen 37 salî, sê welatiyên xelkê bajarê Mehabadê hatine girtin.
Ev sê welatiyên Kurd bi bê hebûna ti belgeyên yasayî û li encama êrîşa hêzên ewlehî bo ser malên wan û bi awayekî hovane hatine girtin.
Hêzên ewlehî hevdem digel binçavkirina Mensûr Rehîmî, dest danîne ser hemû kelûpelên elekteronîkî yên endamên malbata vî çalakvanê Kurd. Ev hêzane telefona kesî ya Selah Behamîn jî digel xwe birin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.