Mehabad; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Xebat Kardanî

24 June 2025 14:14

Hengaw; Sêşemî 24ê Hezîrana 2025an

Welatiyekî Kurd ê xelkê Mehabadê yê bi navê Xebat Kardanî, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin û bi derbasbûna şeş roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarşemî 18ê Hezîrana 2025an, Xebat Kardanî yê xelkê gundê "Gageşî" yê ser bi bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin û bi derbasbûna şeş roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bi bê nîşandana her cure belgeyeke yasayî ev welatiyê Kurd binçav kirine.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin, çarenivîs û cihê ragirtina vî welatiyê Kurd li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin