Bokan; Birêveçûna sizayê darvekirina Îliya Xelîfezade, ciwanê 20 salî di nav girseya xelkê de

Hengaw; Şemî 12ê Tîrmeha 2025an
Sizayê darvekirina Îliya Xelîfezade, welatiyê xelkê bajarê Seqizê ku bi tohmeta destdirêjiya seksî li dosyeya “Niyan Cubreîlpûr” (Çelebiyan), zaroka şeş salî ya xelka Bokanê bi sizayê darvekirinê hatibû sizadan, li pêş çavê xelkê û li hember girtîgeha navendî ya Bokanê hate birêveçûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 3:30ê sibêdeha roja Şemî 12ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina Îliya Xelîfezade, ciwanê 20 salî yê xelkê Seqizê di nav girseya xelkê de li Bokanê hate birêveçûn.
Îliya Xelîfezade li meha Kanûna 2024an, bi tohmeta destdirêjiya seksî bo ser Niyan Çelebiyan, zaroka temen 6 salî ya xelka Bokanê hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.
Hêjayî behskirinê ye ku, sê kesên dinê di vê dosyeyê de yên bi navên Keywan Çelebiyan ê bavê Niyanê, Şehnaz Mehmûdî ya xelka Dîwandere û Esrîn Xelîfezade ya xelka Seqizê bi tawana destdirêjî û îşkencedana vê zaroka şe salî, her yek bi 15 sal girtîgehê hatibûne sizadan.