Girtîgeha Melayir; Hesen Mensûrî yê xelkê Îlamê hate darvekirin

12 July 2025 19:36

Hengaw; Şemî 12ê Tîrmeha 2025an

Sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê bi navê Hesen Mensûrî yê xelkê bajarê Îlamê, ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Melayirê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Çarşemî 9ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina Hesen Mensûrî yê xelkê bajarê Îlamê, li girtîgeha navendî ya Melayirê hate birêveçûn.

Hesen Mensûrî şeş sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina vî girtiyê Kurd heta dema belavbûna vê nûçeyê li medyayên hikûmetî û nemaze yên girêdayî Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin