Canjidestdan û birîndarbûna du endamên şaxeya leşkerî ya PJAKê li encama êrîşa dronî ya Spaha Pasdaran bo ser Herêma Kurdistanê

Hengaw; Yekşemî 20ê Tîrmeha 2025an
Li encama êrîşeke dronî ya Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê bo ser Herêma Kurdistanê, endamekî baska leşkerî ya PJAKê yê bi navê Simko Kobanî canê xwe ji dest da û endamekî din ê vê saziyê jî hate birîndakirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 19ê Tîrmeha 2025an, endamekî Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Simko Kobanî li êrîşa dronî bo ser gundê “Şîwe Guwêzan” li Pêncuwênê hate kuştin û kesek dinê digel wî hate birîndarkirin.
Ev drone ku li deverên sînorî yên hevpar digel Herêma Kurdistanê hatibû avêtin, trombêlek ji cura “Toyota Hilux”ê kiribû bi armanc û di encamê de agir berbibû bi daristanên vê navçeyê û zirareke mezin gihandibû bi jîngehê.
Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi weşandina daxuyaniyekê canjidestdan û birîndarbûna du endamên xwe di encama vê êrîşê de piştrast kiriye.