Şîrwan; Murteza Pîrzade, çalakvanê çandî yê Kurd ji aliyê Îtilaata Spahê ve hate girtin

Hengaw; Duşemî 21ê Tîrmeha 2025an
Murteza Pîrzade, çalakvanê çandî yê Kurd ê xelkê bajarê Şîrewanê yê ser bi Parêzgeha Xurasana Bakur ji aliyê hêzên Saziya Îtilaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve bi awayekî hovane hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 20ê Tîrmeha 2025an, Murteza Pîrzade, çalakvanê çandî yê Kurd, ji aliyê hêzên Îtilaata Spahê ve li Şîrwanê hate girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî çûne nav mala Murteza Pîrzade li bajarê Şîrwanê û navbirî binçav kirine.
Murteza Pîrzade di heyama salên borî de çalakiyên berçav bi taybetî di warê cil û berg û çanda Kurdî de li nav Kurdên Xurasanê hebûye.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.