Şino; Yûnis Şerîfî ji aliyê hêzên Îtlaata Spahê ve hate girtin

22 July 2025 11:47

Hengaw; Sêşemî 22ê Tîrmeha 2025an

Yûnis Şerîfî, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên Îtlaata Spaha Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 21ê Tîrmeha 2025, Yûnis Şerîfî yê temen 43 salî û xelkê bajarê Şinoyê, ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve hate girtin.

Yûnis Şerîfî bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî ji aliyê hêzên Saziya Îtilaatê ya Spaha Pasdaran ve hatiye binçavkirin.

Heta dema belavbûna vê raporê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin