Pîranşar; Raporek li ser binçavkirina Yûsif Bazirgan û Nasih Eyzen

24 June 2025 14:22
Hengaw; Sêşemî 24ê Hezîrana 2025an
Yûsif Bazirgan û Nasih Eyzen, du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Pîanşarê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamîya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexuya hatine veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 21ê Hezîrana 2025an, Nasih Eyzen ê xelkê Pîranşarê û Yûsif Bazirgan ê 40 salî û xelkê gundê "Peswê" yê ser bi vî bajarî hatine girtin.
Hêjayî gotinê ye ku, Yûsif Bazirgan berê niha jî, ji ber çalakiyên xwe hatibû girtin û ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû dadgehîkirin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van du welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.
Source: Hengawê Kurdî