Seqiz; Girtina pênc welatiyên Kurd ji wan parêzer û muxtarê gundekê ji ber nîşandana nerazîbûnê derheq çalakiyên wêranker ên kana zêr a “Mêrge Nexşîne”

Hengaw; Sêşemî 22ê Tîrmeha 2025an
Herî kêm pênc welatiyên Kurd piştî nîşandana nerazîbûnê li dijî çalakiyên pir metirsîdar ên kana zêr li gundê “Mêrge Nexşîne” yê girêdayî bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve û bi fermana dozgerê Seqizê hatin girtin. Nasnameya sê ji wan kesên hatine girtin, Letîf Muradî yê muxtarê gund, Muzefer Muradî yê parêzer û birayê wî Bêhzad Muradî hatiye piştrastkirin.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemê 21ê Tîrmeha 2025an, Letîf Muradî yê muxtarê gund, Muzefer Muradî yê parêzer û birayê wî Bêhzad Muradî, sê welatiyên Kurd li gundê “Mêrge Nexşîne” yê girêdayî bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên Întizamî yên binkeya “Mîredê”yê ve hatine girtin. Du welatiyên dinê jî hatine girtin û nasnameya wan tê lêkolînkirin.
Çavkaniyeke agehdar ji Hengawê re gotiye ku, ev welatiyane ji ber nîşandana nerazîbûnên xwe li dijî wêrankirina baxçeyan, rê û çiyayên derdora gundê “Mêrge Nexşîne” ji aliyê kompaniya derxistina kana zêr ve hatine girtin.
Berê komek welatiyên Kurdistanê bi wajokirina nameyekê daxwaza rawestandina bilez ya çalakiyên kana zêr a Seqizê ji ber metirsiyên jîngehê kiribûn. Herwisa ji destpêka îsal ve, kempêynek xelkî ji bo rawestandina çalakiyên kanê û kargeha zêr a Seqizê hatiye pêkanîn.