Letîf Yeiqûbî, kolberê xelkê Selmasê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî hate kuştin

22 July 2025 20:36

Hengaw; Sêşemî 22ê Tîrmeha 2025an

Letîf Yeiqûbî, kolberê xelkê Selmasê ku hefteya borî li navçeya sînorî ya Selmasê bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetî bi giranî hatibû birîndarkirin, ji ber kûrahiya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 22ê Tîrmeha 2025an, Letîf Yeiqûbî yê kolberê 45 salî û xelkê gundê “Koze Reş” ê girêdayî bajarê Selmasê û bavê zarokekê, ji ber giraniya birînên xwe li encama teqeya hêzên Komara Îslamî ya Îranê, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kolberê Kurd roja Çarşemî 16ê Tîrmehê, di dema kolberiyê de li deverên sînorî yên Salmasê bi bê agehdarkirina berê rastî teqeya rasterast a hêzên leşekerî hatibû û ji ber kûrahiya birînên xwe bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin