Girtina Umer Mihemedî, helbestvan û nivîskar û Enwer Bayezîdî ji aliyê hêzên ewlehî ve

25 June 2025 12:13
Hengaw; Çarşemî 25ê Hezîrana 2025an
Mamoste Umer Mihemedî, helbestvan û nivîskar û xelkê bajarê Şinoyê û welatiyek din ê bi navê Enwer Bayezîdî, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 20ê Hezîrana 2025an, Umer Mihemedî di mala xwe de li bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.
Herwiha di rojên derbasbûyî de Enwer Bayezîdî, welatiyê xelkê "Mîravê" yê ser bi bajarê Bokanê jî, ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê hebûna ti belgeyeke hatiye girtin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek serast ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî van du welatiyên Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.
Source: Hengawê Kurdî