Seqiz; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Şehab Esedzade

25 July 2025 16:36

Hengaw; Înê 25ê Tîrmeha 2025an

Şehab Esedzade, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Seqizê nêzî mehek e ku ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin û ti zanyaryek ji çarenivîs û rewşa navbirî li ber dest nîne.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Şehab Esedzade yê 23 salî û xelkê bajarê Seqizê ji 25 roj berî niha ve hatiye girtin û ti zanyaryek ji şêwaza ragirtin û çarenivîsa wî li ber dest nîne.

Li gorî çavkaniyeke nêzîk malbata Şehab Esedzade, ev welatiyê Kurd piştî binçavkirinê li bajarê Seqizê bo girtîgeheke ewlehî li Sine hatiye veguhastin.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, Şehab Esedzade roja Duşemî 30ê Hezîrana 2025an, ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Seqizê hatibû girtin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, lipeyketinên malabata navbirî derheq agehdarbûn ji rewşa Şehab Esedzade, cihê ragirtin û herwiha tohmetên ku li dijî wî hatinî sepandin bê encam mane.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin