Berzan Salihî, kolberê Kurd ê xelkê Bane ji aliyê hêzên leşkerî ve hate kuştin

26 July 2025 21:44
Hengaw; Şemî 26ê Tîrmeha 2025an
Berzan Salihî, kolberê xelkê Bane di dema kolberiyê de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Şemî 26ê Tîrmeha 2025an, kolberê Kurd ê bi navê Berzan Salihî, 38 salî û xelkê bajarê Bane, ji aliyê hêzên leşkerî ve hate kuştin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev kolberê ciwan rasterast ji aliyê hêzên cihgir li bingeha Hengê Merzî ya li ser sînorê "Seyran Bend" a Bane, bi bê agehdarkirina berê bûye armanca gulleyên rasterast ên van hêzan.
Hêjayî gotinê ye ku Berzan Salihî xêzandar û bavê sê zarokan bû.
Source: Hengawê Kurdî