Avdanan; Nasir Hîmetî, helbestvan û nivîskarê Kurd bi tohmeta hewldan bo piştgiriya Îsraîlê bi girtîgehê hate sizadan

27 July 2025 11:42

Hengaw; Yekşemî 27ê Tîrmeha 2025an

Nasir Hîmetî, pizîşkî derûnnasî, nivîskar, helbestvan û çalakvanê sivîl ê Kurd û xelkê bajarê Avdananê yê ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve sizayê pênc sal û sê meh girtîgeh bi ser d hate sepandin. Herwisa navbirî ji destpêregihîştin bi dosye û mafê amadebûn di kombûna dadgehê de hatibû bêparkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Nasir Hîmetî, pizîşkî derûnnasî, nivîskar û helbestvanê xelkê Avdananê ji aliyê Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îlamê ve bi tohmeta hewldan bi mebesta îtirafa hikûmeta Îsraîlê sizayê 3 sal û 6 meh û rojek girtîgeh, bi tohmeta bêrêzîkirin bi Xamineyî sizayê 15 meh û rojek girtîgeh û derheq kanala Telegramî jî sizayê 6 meh girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Nasir Hîmetî li torên xwe yên civakî ragihandiye ku, sizayê sê sal û şeş meh dê biçe warê cîbicîkirinê û 15 meh ji sizayên wî yê ragirtî nayê cîbicîkirin.

Li gorî nivîsên vî girtiyê siyasî yê berê, di 20ê Tîrmeha 2025an de, dema ku navbirî serdana Taya Yekem a Dadgeha Şoreş a Îlamê kiribû, wî dosyeya xwe bo yekem car dîtiye û hûrgiliyên dosyeya xwe xwendiye.

Wî herwisa gotiye ku, piştî ragihandina tohmetên min li ser bingeha rapora “zanyarîderên Îtilaata Avdananê” û lêpirsînên teknîkî yên beşa saybiriya wê, tevî destûra eşkere ya berpirsê dadwerî, lê min ti carî îzna destpêregihîştin bi dosyeya xwe nebûye.

Nasir Hîmetî di heyama salên borî de çendîn caran ji aliyê navendên ewlehî ve hatiye girtin û sizayê girîgehê bi ser de hatiye sepandin.

Nasir Hîmetî çendîn pirtûk derbarê derûnnasî wergêran kirine û pirtûkek bi navê “Destnivîsên Girtîgehê” ku 103 destnivîsên rojane yên xwe li girtîgeha Destgird a Îsfehan û Mahpareya Derewşarê di sala 2021an de nivîsîbû û ji aliyê weşanxaneya Rûnak li derveyê Îranê hatiye çapkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin