Çiyako Yûsifînizad, duyemîn çalakvanê jîngehparêzî Sine ji ber zêdebûna rêjeya şewitînê canê xwe ji dest da

28 July 2025 11:04

Hengaw; Duşemî 28ê Tîrmeha 2025an

Çiyako Yûsifînijad, werzişvan û çalakvanê jîngehparêzî yê Kurd û xelkê bajarê Sine, ku dema hewl dida agirpêketinên berfireh li bilindahiyên çiyayê Aviyerê bitemirîne, bi giranî şewitîbû û piştî çar roj di nexweşxanê de canê xwe ji dest da. Eva di demekê de ye ku, çalakvanê jîngehparêzî Hemîd Muradî jî, di heman bûyerê de ji ber şewitandina giran canê xwe ji desat dabû.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 27ê Tîrmeha 2025an, Çiyako Yûsifînijad, çalakvanê jîngehparêzî û xelkê bajarê Sine, ku li encama agirpêketinên bilindahiya Aviyerê rastî şewitîna kûr a laşî hatibû, piştî çar rojan ji ber kûrahiya birînên xwe, li beşa çavdêriya taybet (ICU) li nexweşxaneya Kewserê canê xwe ji dest da.

Ev çalakvanê jîngehparêzî, roja Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an, li encama hewldan bo kontirolkirina agirê çiyayê Aviyerê, digel çend çalakvanên din ên bi navên Muhsên Husênpenahî, Hemîd Muradî, Xebat Emînî, Ariyas Selîmî û Seyîd Mistefa Hujberî tûşê rêjeya zêde ya şewitînê hatibûn.

Herwisa Hemîd Muradî, çalakvanê jîngehparêzî û parêzerê dadgeha Sine, ku di nav agirpêketina berfireh a bilindahiyên çiyayê Aviyerê de rastî şewistandinê hatibû, piştî veguhastin bo beşa çavdêriya taybet a nexweşxaneya Sine li demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Înê 25ê Tîrmeha 2025an, canê xwe ji dest da û termê navbirî heman rojê bi amadebûna xelk zêde li bajarê Sine bi dirûşm û sirûdên şoreşgerî li goristana Beheş Mihemedî ya Sine hate biaxsipartin.

Ev agirpêketine li derdora demjimêr 13:30ê piştî nîvro roja Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an, ji deverên li pişt parka Zarokan hate destpêkirin û bi lez belavî deverên derdora bajarokê Zagros û Hesenavayê bû û tevî belavbûna bilez a agir, operasyonên kontrolkirina wî bi tevahî ji aliyê hêzên xelkî û çalakvanên jîngehparêzî ve hatin kirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin