Sine; Rêbîn Goranî ku li dema temirandina agirê daristanan hatibû birîndarkirin, canê xwe ji dest da

05 September 2025 14:47

Hengaw; Înê 5ê Îlona 2025an

Rêbîn Goranî, ku bi awayekî xwebexş hewla temirandina agirê daristanên Merîwanê dabû, piştî deh rojan di komayê de canê xwe ji dest da. Rêbîn tevî ku serdana nexweşxaneyê kiribû, lê bi dereng pêregihîştinên pizîşkî bo hatine kirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 5ê Îlona 2025an, Rêbîn Goranî ku di dema temirandina agir de birîndar bûbû, li nexweşxaneya Tewhîd a Sine canê xwe ji dest da. Navbirî xelkê gundê "Sawa" yê ser bi Merîwanê bû.

Rewşa giştî ya tendirustiya Rêbîn Goranî ji roja Sêşemî 26ê Tebaxê ve têk çûbû û ew di heman rojê de ketibû komayê.

Ew çend roj beriya vegerê ji cihê agirpêketinê serdana navendên pizîşkî kiribû; lê ew piştî sê rojan û xirabtirbûna rewşa wî, bi vereşandin û sergêjiyeke giran ve li nexweşxaneyê hate razandin.

Hêjayî îşarekirinê ye ku Rêbîn Goranî, wek xwebexş li dema temirandin û kontirolkirina agirê vê dawiyê li daristanên "Haneşêxan û Dereweran" ên Merîwanê hatibû birîndarkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin