Xebat Emînî, sêyemîn çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê Sine, ji ber şewitîna dijwar canê xwe ji dest da

Hengaw; Duşemî 28ê Tîrmeha 2025an
Xebat Emînî ji çalakvanê jîngehparêzî yê Kurd û xelkê bajarê Sine, ku dema hewl dida agirpêketinên berfireh li bilindahiyên çiyayê Aviyerê bitemirîne, bi giranî şewitîbû û piştî pênc roj di nexweşxanê de canê xwe ji dest da. Eva di demekê de ye ku, Hemîd Muradî û Çiyako Yûsifînijad jî, di heman bûyerê de ji ber şewitandina giran canê xwe ji dest dabûn.
Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrên destpêkî yên roja Duşemî 28ê Tîrmeha 2025an, Xebat Emînî, çalakvanê jîngehparêzî û xelkê bajarê Sine, ku li encama agirpêketinên bilindahiya çiyayê Aviyerê rastî şewitîna kûr a laşî hatibû, piştî pênc rojan ji ber kûrahiya birînên xwe, li beşa çavdêriya taybet (ICU) li nexweşxaneya Kewserê canê xwe ji dest da.
Ev çalakvanê jîngehparêzî, roja Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an, li encama hewldan bo kontirolkirina agirê çiyayê Aviyerê, digel çend çalakvanên din ên bi navên Muhsên Husênpenahî, Hemîd Muradî, Çiyako Yûsifînijad, Ariyas Selîmî û Seyîd Mistefa Hujberî tûşê rêjeya zêde ya şewitînê hatibûn.
Eva di halekê de ye ku Çiyako Yûsifînijad ji werzişvan û çalakvanê jîngehparêzî yê xelkê Sine jî, çend demjimêr berî niha ji ber birînên xwe yên giran di agirpêketina çiayayê Aviyerê de canê xwe ji dest da û rêûresma biaxsipartina navbirî hîn nehatiye birêveçûn. Hevdem digel ragihandina nûçeya canjidestdana wî, hejmarek berçav ji xelkê Sine li hember nexweşxaneya Kewser li vî bajarî kom bûne û bi dana dirûşma “şehîd namirin” bi rêzgirtin ji cangoriyan hevxwemiya xwe nîşan dan.
Herwisa berê jî Hemîd Muradî, çalakvanê jîngehparêzî û parêzerê dadgeha Sine, ku di nav agirpêketina berfireh a bilindahiyên çiyayê Aviyerê de rastî şewistandinê hatibû, piştî veguhastin bo beşa çavdêriya taybet a nexweşxaneya Sine li demjimêrên destpêkî yên sibêdeha roja Înê 25ê Tîrmeha 2025an, canê xwe ji dest da û termê navbirî heman rojê bi amadebûna xelk zêde li bajarê Sine bi dirûşm û sirûdên şoreşgerî li goristana Beheş Mihemedî ya Sine hate biaxsipartin.
Ev agirpêketine li derdora demjimêr 13:30ê piştî nîvro roja Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an, ji deverên li pişt parka Zarokan hate destpêkirin û bi lez belavî deverên derdora bajarokê Zagros û Hesenavayê bû û tevî belavbûna bilez a agir, operasyonên kontrolkirina wî bi tevahî ji aliyê hêzên xelkî û çalakvanên jîngehparêzî ve hatin kirin.