Kana zêr a Qulquleya Seqizê; Mihemedemîn Reşîdî yê nerazî bi teqeya hêzên hikûmetî hate kuştin û sê xwepêşanderên dinê jî hatine birîndarkirin

15 September 2025 21:30

Hengaw; Duşemî 15ê Îlona 2025an

Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, xelkê nerazî yên pirojeya kana zêr a “Qulqule”ya Seqizê dane ber gulleyan û di encamê de Mihemedemîn Reşîdî hate kuştin û sê welatiyên din ên bi navê Ramiyar Reşîdî, Mihemed Reşîdî û Hêmin Reşîdî bi giranî hatine birîndarkirin. Di niha de hêla telefonê ya vê navçeyê jî hatiye qutkirin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, piştî nîvroya roja Duşemê 15ê Îlona 2025an, Mihemedemîn Reşîdî yê 22 salî û xelkê gundê “Pîr Umeran”, bi teqeya hêzên hikûmetî hate kuştin û sê xwepêşanderên din ên ji vî gundî û xizmên wî yên bi navê Hêmin, Mihemed û Ramiyar Reşîdî hatine birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, termê Mihemedmîn Raşîdî bo nexweşxaneya Bane hatiye veguhastin û birîndar jî li heman nexweşxaneyê ji bo dermankirinê di bin lênerîna pizîşkî de ne û rewşa wan nebaş hatiye ragihandin.

Vê çavkaniyê zêde kiriye ku, hêla telefonê ya vê navçeyê bi awayekî bi zanebûn hatine qutkirin û egera xwepêşandanên berfireh li nav bajarê Seqizê heye.

Herwisa nexweşxaneya Salahedîn Eyûbî ya li bajarê Bane jî, ji aliyê hejmareke zêde ji hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ve hatiye dorpêçkirin û îzna hevdîtinê bi serdankeran re nayê danê.

Berdewamiya pirojeya kana zêr a “Qulqule”ya Seqizê di halekê de ye ku, çendîn caran xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî wê hatine qewimiîn û çalakvanên jîngehparêzî û cotkarên qurbanî yên vê pirojê, çendîn daxwazkarî ji bo rawestandina avakirina wê wajo kirine û ew pêşkêşî saziyên hikûmetî kirine.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin