Sine; canjidestdana Hemîd Muradî, çalakvanê jîngehparêzî ji ber şewatê di dema temirandina agir de

25 July 2025 13:39

Hengaw; Înê 25ê Tîrmeha 2025an

Hemîd Muradî, çalakvanê jîngehparêzî û parêzerê paye yek li dadgeha Sine, piştî agirpêketina berfireh a bilindahiyên çiyayê Aviyerê li bajarê Sine rastî şewitandinê hat û canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêrêm destpêkî yên sibêdeha roja Înê 25ê Tîrmeha 2025an, Hemîd Muradî, çalakvanê jîngehparêzî û parêzerê dadgeha Sine, ku di nav agirpêketina berfireh a bilidndahiyên çiyayê Aviyerê de rastî şewistandinê hatibû, li nexweşxaneya “Kewser” a Sine canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkanieyeke agehdar, termê navbirî bo goristana “Mihemedî” li Sine hatiye veguhastin û biryar wisa ye di demjimêrên bê de were biaxsipartin.

Ev çalakvanê jîngehparêzî, digel çalakvanên din ên sivîl, jîngehparêz û hêzên xelkî, duh dema ku hewl didan agirê berfireh li Aviyerê bitemirînin, rastî şewitandina dijwar hatibû.

Di vê agirpêketina berfireh de, herî kêm şeş çalakvanên sivîl û jîngehparêzî bi giranî hatine şewitîn. Du ji wan bi navê Hemîd Muradî û Çiyako Yûsifînijad, bi dijwarî hatine şewitîn û ji bo beşa lênêrîna taybet a nexweşxaneya Kewserê hatibûne veguhastin.

Ev agirpêketine li derdora demjimêr 13:30ê piştî nîvro roja Pêncşemî 24ê Tîrmeha 2025an, ji deverên li pişt parka Zarokan hate destpêkirin û bi lez belavî deverên derdora bajarokê Zagros û Hesenavayê bû û tevî belavbûna bilez a agir, operasyonên kontrolkirina wî bi tevahî ji aliyê hêzên xelkî û çalakvanên jîngehparêzî ve hatin kirin.

Ev agirpêketine di halekê de hatiye rûdan ku di heyama salên borî de hejmareke berçav ji çalakvanên sivîl û jîngehparêzî li meşa hemberderketin li dijî bûyerên bi vî rengî canê xwe ji dest dane. Ji ber nebûna kelûpelên pêwîst, digel nebûna baldariya saziyên berpirsiyar, berpirsiyariya kontrolkirina van agirpêketinên bi zanebûn dimîne ser milê xelkê û çalakvanên jîngehparêzî.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin