Hêmin Daniş, heftemîn kolberê Kurd e ku piştî agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de hete kuştin

29 July 2025 10:00

Hengaw; Sêşemî 29ê Tîrmeha 2025an

Hêmin Daniş, kolberê ciwan ê xelkê bajarê Merîwanê bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê canê xwe ji dest da. Navbirî heftemîn kolber e ku piştî ragihandina agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetî tê kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Yekşemî 27ê Tîrmeha 2025an, kolberekî Kurd ê bi navê Hêmin Daniş ê temen 26 salî û xelkê Merîwanê, di encama gulleyên hêzên ser sînorî de hate kuştin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Hêmin Daniş ji aliyê zikê xwe ve bûye armanca gulleyan û dimildest canê xwe ji det daye.

Hengaw hatiye agehdarkirin ku, ev kolberê ciwan ku xîzandar û bavê keçek du salî bûye, li navçeya sînorî ya "Qulqule" ya ser bi Merîwanê bi bê agehdarkirina berê bûye armanca gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî û canê xwe ji dest da.

Hêjayî gotinê ye ku, termê vî kolberê ciwan bo nexweşxaneya Merîwanê hatiye veguhastin.

Li gorî amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha borî de û piştî ragihandina agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, herî kêm 7 kolberên Kurd bi gulleyên rasterast ên hêzên sînorî yên Îranê hatine kuştin. Ev amare di halekê de ye ku di şeş mehên destpêka îsal de tenê 6 kolber hatibûne kuştin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin