Merîwan; Rozgar Nûrî ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin

29 July 2025 23:38

Hengaw; Sêşemî 29ê Tîrmeha 2025an

Rozgar Nûrî, welatiyê Kurd ê rûniştiyê bajarê Merîwanê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ya Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin û bo cihekî nediyar hate veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 28ê Tîrmeha 2025an, Rozgar Nûrî yê temen 20 salî û xelkê gundê "Serhoye" yê ser bi Kelaterzana Sine û rûniştiyê bajarê Merîwanê hate girtin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, Rozgar Nûrî li taxa Kanî Dînar a bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hatiye girtin.

Rozgar Nûrî bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heta niha ti zanyariyek ji sedemên girtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin li ber dest nîne.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin