Girtîgeha Şino; Bêparkirina Rehman Tabiş, girtiyê siyasî yê Kurd ji pêregihîştinên pizîşkî bi destêwerdana Spaha Pasdaran

Hengaw; Çarşemî 30ê Tîrmeha 2025an
Rehman Tabiş, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê Şinoyê, ku heyama sizayê xwe li girtîgeha vî bajarî derbas dike, tevî nebaşbûna rewşa wî ya tendirustiyê, ji ber destêwerdana Saziya Îtilaatê ya Spaha Pasdaran, ji pêregihîştinên pizîşkî hatiye bêparkirin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 28ê Tîrmeha 2025an, rewşa tendirustiya Rehman Tabiş, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê li girtîgeha vî bajarî nebaş bûye û tevî vê yekê jî, ji mafê çareseriya pizîşkî hatiye bêparkirin.
Li gorî çavkaniyeke nêzî malbata vî girtiyê siyasî, tevî hewcehiya Rehman Tabiş bi lênihêrînên pizîşkî li derveyî girtîgehê, navbirî herrwisa di girtîgehê de tê ragirtin û ji bo baştirkirina rewşa wî li dermanxaneya nav girtîgehê tenê ji dermanên aramker sûd werdigirin.
Rehman Tabiş roja Duşemî 21ê Tîrmeha 2025an li bajarê Şinoyê hatibû girtin û bi mebesta cîbicîkirina sizayê 16 meh girtîgehê bo girtîgeha vî bajarî hatibû veuhastin.
Navbirî roja Duşemî 30ê Kanûna 2024an, di mala xwe de li bajarê Şinoyê ji aliyê hêzê îdareya Îtilaatê ve hatibû binçavkirin û 17ê Şibata 2025an bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû berdan.
Ev girtiyê siyasî piştî heyamekê ji aliyê Dadgeha Şoreş û Giştî ya Şinoyê ve bi serokatiya dadwer Elî Ensarî bi tohmeta “endamê Pariya Demokrat a Kurdistana Îranê” bi 16 meh girtîgehê hatibû sizadan.
Navbirî berê bi heman tohmetê hatibû girtin û heyama sizayê xwe yê girtîgehê, li girtîgeha navendî ya Nexedê derbas kiribû.