Bokan; Girtin û nexuyabûna çarenivîsa Kawe Rehîmî

Hengaw; Çarşemî 23ê Tîrmeha 2025an
Kawe Rehîmî, welatiyê Kurd ê xelkê Bokanê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve li vî bajarî hate girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li Urmiyê hate veguhastin û bi derbasbûna 22 roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Li gorî rapora ku giahye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 1ê Tîrmeha 2025an, Kawe Rehîmî yê temen 40 salî û xelkê bajarê Bokanê û rûniştiyê gundê "Naçît" ê ser bi vî bajarî, di encama êrîşa hêzên îdareya Îtilaatê bo ser mala wî û bi awayekî tundûtîjî hate girtin û bo girtîgeha îdareya Îtilaatê li Urmiyê hate veguhastin û bi derbasbûna 22 roj ji binçavkirina navbirî ti zanyariyek derheq çarenivîsa wî li ber dest nîne.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê bi bê hebûna ti belgeyeke dadwerî, bi awayekî hovane, şikestina derî û pencereyên mala navbirî û vekolînkirina mala wî hewla binçavkirina vî welatiyê Kurd dane.
Heta niha ji sedemên girtin, cihê ragirtin û tohmetên ku li dijî vî welatiyê Kurd hatinî sepandin ti zanyariyek li ber rast nîne.