Raporek ji darvekirina 4 girtiyan li girtîgehên Kirmaşan, Erak, Qum û Zencanê

30 July 2025 19:49

Hengaw; Çarşemî 30ê Tîrmeha 2025an

Sizayê darvekirina çar girtiyan ji wan du girtiyên Kurd û Tirkê Azerî yên bi navên Nevîd Rostemî, Husên Ekberî, Mehmûd Şîrbeygî û Ebolfezl Şakirî ku berê bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û kuştina bi zanebûn hatibûn girtin û bi darvekirinê hatibûne sizadan, li girtîgehên Kirmaşan, Erak, Qum û Zencanê hate cîbicîkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha Sêşemî 29ê Tîrmeha 2025an, sizayê darvekirina girtiyekî Kurd ê xelkê Kirmaşanê yê bi navê Nevîd Rostemî li girtîgeha navendî ya vî bajarî hate birêveçûn. Ev girtiye 6 sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibû girtin û bi darvekirinê hatibû sizadan.

Herwiha roja Yekşemî 27ê Tîrmehê, sizayê darvekirina Husên Ekberî yê 50 salî li girtîgeha navendî ya Erakê hate birêveçûn. Husên Ekberî sê sal berî niha bi tohmeta pêwendêdar bi madên hişber hatibû girtin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê bi darvekirinê hatibû sizadan.

Di heman demê û heman rojê de, sizayê darvekirina Mehmûd Şîrbeygî yê 30 salî û xelkê bajarokê Şehriyar ê ser bi Tehranê, li girtîgeha navendî ya Qumê hate birêveçûn. Mehmûd Şîrbeygî sê sal berî niha bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber û hilgirtina madên hişber hatibû girtin û di dawiyê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Roja Şemî 26ê Tîrmehê, sizayê darvekirina Ebolfazl Şakirî, hevwelatiyê Tirkê Azerî û xelkê Zencanê, li girtîgeha navendî ya Zencanê hate birêveçûn. Ebolfazl Şakirî şeş sal berî niha bi tohmeta kuştina bi zanebûn hatibû girtin û di dawiyê de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi darvekirinê hatibû sizadan.

Nûçeya darvekirina van girtiyane heta dema belavbûna vê raporê, li medyayên hikûmetî û nemaze medyayên ser bi Dezgeha Dadwerî nehatiye belavkirin.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin